Dengê Cudî – Deng û rengê ciwana ye !

Li Mexmûrê îro 8’emîn Festîfala şehîd Bêrîtan destpêkir

0

MEXMÛR – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî, 8’emîn Festîfala Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) destpêkir. Festîfal herdu salan carekê ji bo bîranîna Şehîd Bêrîtan tê li darxistin. Îsal jî bi vekirina pêşangehê festîfal hat destpêkirin.

Festîfal di saet 08:30’an de li avahiya Saziya Malbatên Şehîdan bi vekirina pêşangehê ya ku bi birîna kurdeleyê hat destpêkirin. Beriya ku qurdele were birîn di kesayeta Şehîd Bêrîtan de ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.

Piştî rêzgirtinê qurdele ji aliyê dayîka Şehîd Mardîn, Medîne Kara, hevjîna Şehîd Ebûzêd Pakîze Bayram û meta Şehîd Sara, Cemîle Urper ve hat birîn. Piştî birîna qurdeleyê, gel bi awayek girseyî serdana pêşangehê kirin. Salona pêşangehê bi wêne û tabloyên Rêber Apo, şehîdan, jinên şoreşger, cil û bergên netewî, xaniyên kevin û hwd hatibûn xemilandin.

Wê pêşangeh heta êvarî vekirî bimîne. Di heman çarçoveyê de danê nîvro xwarinên gelêrî hatin nîşandan û sibe jî wê festîfal di demjimêr 13:00’an de bi awayek girseyî bi şahiyekê were pîroz kirin.

Leave A Reply

Your email address will not be published.