Dengê Cudî – Deng û rengê ciwana ye !

“Êdî gotin jî terî berxwedaniyê nake”

0

Ji Pênûsa Gerîla Helbestek….

Ji bo bawerên di kelehên zagrosan de

Hinêra şere
Kamlana şoreşgera ne

We sing daye ber singa zinaran
Lê dixin na şikên
Lê dixin na herifin
Lê dixin na herişin

Êdî şikeft u di şikeftan de hon
Bombeya dawî ya di kemera latan dene

Çeperên di navbera destana kevin u nuda
We navê baz lê kirin

Cihê dîrok rawestîya berxwedan lê di meşe

Dewsa lingên fermandar cumalîh
Dibo mîrgeh U mîrbaşî jî tenê li bejna wan di hat

Yên li bajarên rojava
Li kolanên bayê dijwar
Kevir li şona çekan di girtin

Kevirên li warxelê jî
Dîwarên kelehê bun
Xwe dabun pişta gerîla

Her yek u evîna xwe bu

Porê evînê liser milên wan
30 beybon pêda xwar bibon

Bi tilîya şehdeyê
Bi tilîya şehdeyê
Her 30 guleyên yarê ezê berdem liser serê romîyan

Êdî sira delalan bun
Porê wan remza serkeftê bo
Bê du dilî u trsa mirinê
Di kevirên mamreşo de
xwe da di revandin avaşînê

De bila şerzan u mêrxasên nu hatî

Di enîya zenduran u aris faris de
Xetên pîrbunê ne bînin

Bila di ruyê girê sor de rêya kelehên serdema nu bibînin

Leave A Reply

Your email address will not be published.