Dengê Cudî – Deng û rengê ciwana ye !

Artêşa Tirk a dagîrker li hemberî xwezayê jî sûc dike

0

BEHDÎNAN – Gelek zane ji bo şer dibêjin ‘Şer hilweşîn e, şer mirin e’. Bêguman ev gotin encama hilweşîn û talana ji ber şer e. Di vê demê de hilweşîneke welê hate kirin; dibe ku dîrokê ti carî şahidî ji vê astê re nekiriye. Dewlet û komek ji sermayedaran ku hêz xistine destê xwe, qadên me yên jiyanê, xwezaya me talan û wêran dikin. Hilweşîna xwezayê êdî pirsgirêkeke gerdûnî ye.

Talankirina xwezaya li Kurdistanê jî parçeyek ji polîtîkaya qirkirinê ye. Artêşa Tirk bi salan e şewitandina daristanan û birîna daran bi rêbaza îhaleyê dike û yên ku vê dikin jî nokerên xwecihî ne ku ji bo çend quriş pereyan dikin. Talankirina xwezayê ku dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê bi hemû hêza xwe dewam dike, derbasî Başûrê Kurdistanê jî hatiye kirin. Li Başûrê Kurdistanê li qadên dagirkirî destpêkê daran dibire, piştre jî bi rêya nokerên xwe yên xwecihî, van daran difiroşe.

Artêşa Tirk di Kanûna 2022’an de neçar ma ku xwe ji gelek qadên Zapê vekişîne. Dema ku li nava kamp û çeperên artêşa Tirk digerim, ku li pey xwe hiştine, şahidiyê ji wêrankirina xwezayê re dikim. Şerê ku di nava salê de min şopand, careke din bi hilweşîneriya wê dihesim. Her ku wan daran dibînim ên ku hatine birîn û bi bombeyan hatine îmhakirin, hêrsa min zêde dibe. Ev mejiyekî çawa ye, dijminekî çawa ye ku dar birî ye. Min berê bihîstibû; artêşa Tirk dema ku dar dibirî, hin gerîlayan nekarîn xwe li vê yekê rabigirin, lewma dest li wan werdan û hinek ji wan jî bi vî rengî şehîd bûn. Dewleta Tirk ku di dijminatî û hovîtiyê de sînoran nas nake, pezkovî, berazên çolî û hêstirên gerîla bi bombardûmanên giran qetil kiribû. Ne tenê ev kirin, rojên dawî bombe li kaniyan, li darên fêkî û darên çinarê jî barandin. Bi vî rengî naxwazin ku tiştekî bihêlin.

Dema ku mirov van hemûyan didin ber hev, dibînin ku dewleta Tirk sûcê wêrankirina xwezayê jî li sûcê xwe yê qirkirinê zêde kiriye. Bêguman nokerên van ên xwecihî jî divê werin zanîn.

Leave A Reply

Your email address will not be published.