Dengê Cudî – Deng û rengê ciwana ye !

HPG 5 gerîlayên tekoşina rizgariya Kurdistan îlan kir ku li Cîlo di sala 2017 şehîd ketin

0

BEHDÎNAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Têkoşîna me ya azadiyê ya Kurdistanê bi berxwedana dîrokî ya şehîdên me yên nemir ku di nava şert û mercên herî giran de bi fedaîtî şer kirin, gihîşt vê astê û hêviya paşeroja azad a gelê me xurt kir. Hevrêyên me Şiyar, Şevger, Têkoşer, Rêzan û Zinar dilop bi dilop xwîna xwe rijandin, h ebûna gelê me parastin û can dan têkoşîna azadiyê. Weke ewladên leheng ên Kurdistanê, wezîfeya dîrokî bi berpirsyariyeke mezin bi serketî bi cih anîn. Hevrêyên me Şiyar, Şevger, Têkoşer, Rêzan û Zinar bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Bila serê malbatên wan ên hêja, gelê me yê welatparêz sax be û em careke din soz didin ku xeta berxwedanê ya ku wan li pey xwe hiştine ji xwe re bikin esas û bi ser bixînin.

Leave A Reply

Your email address will not be published.