Dengê Cudî – Deng û rengê ciwana ye !

Artêşa Tirk a dagirker 14 caran bi çekên kîmyewî êrîş kirin

0

BEHDÎNAN-Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Di çalakiyan de yên bi pêşengiya tîmên me yên bi tevger hatin kirin, dagirkerek hate cezakirin.

Artêşa Tirk a dagirker çeperên berxwedanê yên gerîla carekê bi bombeyên qedexekirî, 14 caran bi çekên kîmyewî, 11 caran bi balafirên şer, 4 caran bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombe kir.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan bi vî rengî ne;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê:

25’ê Çileyê saet di 10:30’î de li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên li derdora qada Çemçoyê xistin.

25’ê Çileyê saet di 18:00 de li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê, tîmên me yên bi tevger bi sûîqestê li dagirkerên derdora qada Çemçoyê xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

25’ê Çileyê saet di 09:00 de li hemberî dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê, tîmên me yên bi tevger ji 2 baskan ve bi çalakiya koordîneyî ya gerîla bi çekên giran derb lê xistin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

25’ê Çileyê li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê, çeperên berxwedanê yên gerîla li derdora qada Çemçoyê carekê bi bombeyên qedexekirî û 14 caran bi çekên kîmyewî bombe kirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

23, 24 û 25’ê Çileyê, artêşa Tirk a dagirker li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê hewl da ku çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî gundê Sîdayê bi kepçeyan hilweşîne.

25’ê Çileyê çeperên berxwedanê yên gerîla yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî û derdora gundê Sîda yê li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê 11 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

25’ê Çileyê Qada Berxwedanê ya Kurojahro 4 caran bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin.

24 û 25’ê Çileyê çeperên berxwedanê yên gerîla yên li Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê FM, Girê Amediyê û qada Çemço ya li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”

Leave A Reply

Your email address will not be published.